Print this page

Çil Axa … Salvegera çaremîn a Pakrewan Nesredîn hat bibîranîn

5:20:09 PM

RojavaNews: Îro 22. 2. 2016 roja Duşemê Xwecehiya Nesredîn Birhik a Encûmena Niştîmanî ya Kurd  li Sûriyê, Salvegera çaremîn a Pakrewan Nesredîn  li gundê Kevrê Dena yê bi ser bajarokê  Çil Axa ve hat bibîranîn.

Bi  amadebûna bi hezaran ji keseyetiyên Siyasî ,  Yekîtiyên civaka sivîl, rêxistinên Mafperwer û tevgerên ciwanan, salvegera şehîdê navbûrî hat bibîranîn.

Herwiha gelek gotin di bîranînê de  hatin xwendin :

  • Gotina Xwecehiya Nesredîn Birhik ji aliyê Elî Ferso
  • Gotina ENKS ji aliyê Fesle Yûsif
  • Gotina PDKS ji aliyê Endamê Mekteba Siyasî Mihsin Tahir
  • Gotina malbatên Pakrewanên Kurdistana – Sûriyê Perîxan Dawûd hat xwendin.

Tê zanîn ku  Pakrewan Nesredîn Birihk di 12 . 2 . 2012 hatibû birîndarkirin  di 22.2. 2012 li nexweşxaneya Martîni li Helebê şehîd ket.

 

 

 

 

Afiya Hacî