Rojava News: Cebhet Elnusra û Ehrara Elşam berdewma in bi armanckirina Taxa Şêx Maqsûd ya Kurdan li Helebê ku duh bi dijwarî ew tax bombebaran kirin.
Li gorî agahiyan, herdu girupên Îslamî bi moşk, top û Cereyên Xazê êrîşî taxa navbûrî kirin.
Di encama wê bombebaranê de welatiyê bi nave Hesen Hisên (22 salî) şehîd ketin, herweha her yek ji Ehmed Şêx (18 salî), Ferîd Kinjo (35 salî) û hesen Berazî (26 salî) birîndar bûn.
Tê zanîn ku roja Yekşemê ji ber topbarana wê taxê ji aliyê heman rêxistinan ve , 6 welatiyên Kurd şehîd ketin û bi dehan birîndar bûn.
Lana Mihemed
10:12:05 AM