RojavaNews: duh 22. 2. 2016 roja Duşemê nunertiya Herêma Kurdaitanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê, Salvegera çaremîn a Pakrewan Nesredîn li kampên penaberên Kurd yên li herêma Kurdistanê bibîr anî.
Bi amadebûna bi hezaran ji xelkên kampan, keseyetiyên Siyasî û reşwenbirî li her yek ji kampa Kerwirgoskê, Dareşikranê, Domîz, Qoştepe salvegera şehîdê navbûrî hat bibîranîn
Herwiha gelek gotin di bîranînê de hatin xwendin wekû gotina nunertiya Herêma Kurdaitanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê, gotina PDKS, û gotina malbatên Pakrewanên Kurdistana – Sûriyê
Tê zanîn ku endamê ofîca siyasî ya PDK-Sê Pakrewan Nesredîn Birihk di 12 . 2 . 2012 bi guleyên bextreşan û çeteyan hatibû birîndarkirin di 22.2. 2012 li nexweşxaneya Martîni li Helebê şehîd ket.
10:50:26 AM