Rojava News: li parêzgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê rêjeya nexweşiya penceşêrê di asta herî bilind ye li gor parêzgehên din yên Sûriyê, bi taybet li devera Rimêlan û derdora wê.
Li gor bijîşkên wê deverê, ku sedema serke ya belavbûna vê nexweşiyê vedigerînin bikaranîn û parzûnkirina şaş û bi şêweyekî paşketî ji Petrolê re, bi taybet di salên dawî de.
Mehcûb Mir′î bijîşkê li bajarê Dêrikê kar dike, ji malpera Hevbendiya Niştimaniya ya Operzisiyona Sûriyê re ragihand ku rêjeya penceşêrê li hersî parêzgehên rojhilatî Sûriyê pir bilind bûye.
Bijîşkek pispor ji malpera navbûrî re got" rewşa nexweşên penceşêrê xerabe, ji ber ku yek nexweşxaneya pispor li parêzgehên (Hesekê – Reqe – Dêrelzor) tuneye, û bi tenê li Şama paytext heye lê çûn û hatin bûye bi zehmetî, û nexweş rastî gelek astengiyan tên".
Tê zanîn ku piştî vekişandina rêjîmê ji devera Rimêlan sotemenî bi şêweyekî paşketî tê przûnkirin.
11:38:28 AM