4:50:01 PM
RojavaNews: Çekdarên PYD ku berdewam îdîa dikirin ku ew çekdarên Leşkeriya Neçar tevlî eniyên şer nakin, lê duh Desteya xweparastinê ya bi ser YPG ve ragihand ku çekdarekî leşkeriya neçar di şer de li Til Rifatê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî daxuyaniyê, çekdarê bi navê Reşîd Mihemed, ku ji Navçeya Bilbilê yê Efrînê ye, di encama topbaranaTirkiyê de ji Til Rifatê re, duh Roja Duşemê jiyana xwe ji dest dan.
Berpirsên YPG û PYD berdewam îdîadikirin ku ew çekdarên Leşkeriya Neçar tevl eniyên şer nayênkirin, lê di şerê li gundewarê Ezazê de, YPG gelek ji çekdarên Leşkeriya Neçar tevlî eniyên şer kiribûn.