Print this page

Esed dema hilbijartinên parlemantoyê destnîşan dike

5:00:10 PM

RojavaNews: Serokê Rêjîma Sûriyê, Beşar Esed, duh Roja Duşemê mersûmek derxist û têde dema lidarxistina hilbijartinên Parlemantoyê eşkere dike.

Li gorî wê mersûm, wê hilbiartin di 13ê meha nîsana Îsal de li 14 parêzgehên Sûriyê werin lidarxistin, tevî ku Reqa û Idlib bi temamî ji destê rêjîmê hatine derxistin û dibin kontrola DAIŞê û Nusre de ne, herwiha piraniya axa Sûriyê ji destê Esed hatiye derxistin û di navbera çekdarên Nusre, DAIŞê, YPG û Girûpên Îslamî yên opozisyonê hatiye parvekirin.