6:12:44 PM
RojavaNews: Komîta Herêmê ya Efrînê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye PDK-S di derbarê girtina endamê wî yê bi navê Farûq Dîko de daxuyaniyek belav kir.
Daxuyaniyê got ku endamê komîta Herêmê yê PDK-S li Efrînê, Farûq Dîko ji ber ku beşdarî pêngava komkirina îmzeyan ya ENKS bibû, ku berya demekê hatibû encamdan, û ji ber ku razî nebû ku bacê bide çekdarên PYD, hatiye girtin.
Daxuyaniyê eşkere kir ku çekdarên PYD duh derengê êvarî, endamê wan Dîko girtin û jê re gotine yan wê 20 teneke zeytê zeytûnan bide wan yan jî wê girtî bimîne.
Dîko kesatiyekî naskirî ye li tevahiya Efrînê û ji malbateke kurdperwer e, herwiha berya despêkirina şoreşa Sûriyê lawekî wî( Silêman) di leşkeriyê de di hatibû kuştin.
Daxuyaniyê bang li aliyên Kurdistanî û civaka navdewletî kir ku endamên wan yên girtî û revandî ji zindanên PYD serbest berdin.