Print this page

3 şehîd û 13 birîndar li Şêx Maqsûd

Rojava News: Cebhet Elnusra û Ehrar Elşam berdewam in bi topbarankirina taxa Şêx Maqsûd ya Kurdan li Helebê ku duh jî ew tax dan ber topan û di encamê de 3 welatî şehîd ketin û 13 birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ketine destê me de, herdû rêxistinên Îslamî yên radîkal bi çekên giran, top û cereyên Xazî êrîşî taxa navbûrî kirin, û di encam de her yek ji Mistefa Heylanî (40 salî), EbdElhenan Hiweydî (45 salî) û welatiyekî din ku nasnameya wî nehate zanîn şehîd ketin, herweha 13 kesên din birîndar bûn ku di nava wan ji û zarok jî hene.

Tê zanîn ku ji 16 Sibatê ve Cebhet Elnusra û Ehrar Elşam êrîşên xwe li ser Şêx Maqsûd tundtir kirine ku ta roja Îro 24 welatî jiyana xwe ji dest dan û 245 welatiyên din jî birîndar bûn.

Lana Mihemed

8:46:51 AM