Rojava News: Parlemantra Kurda Êzidî di parlemena Iraqê Viyan Dexîl, ji aliyê rêxistinek cîhanî ve hate xelat kirin.
Di daxuyaniyekê de Nivîsgeha Ragehandia Parlementar Viyan Dexîl, duh 23 Sibatê ragehand: “Viyan Dexîl Xelata Jina Parêzer di ber mafê jinê de li ser asta cîhanê ya 2016 bidestxistiye.”
Di daxuyaniyê de hatiye: “Viyan Dexîl li Kongireya Cenever ya jibo Mafê Mirov û Demokraciyê ya 2016 de ji aliyê Dr. Can Ilhan Kîzlhan ve hate xelat kirin.”
Li gorî heman daxuyaniyê Viyan di gotina xwe de gotiye: “Ez li vir da ku binavê hemû jinên bindest ên cîhanê biaxifim.”
Di sala derbasbûyî de Viyan Dexîl hejmarek ji xelatên cîhanî bidestxistibû, jiber kar û xebata wê ya di ware bergiriyê di ber mafê mirovan de herwiha jiber karê wê di pênasîna kareset û cînosayda ku bi ser Kurdên Êzidî ve hatibû.
9:16:21 AM