Rojava News: Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) vîdyoyek belav kiriye ku nîşan dide komek sivîl ku piranî zarokên birîndar in, di malekê de asê mane.
Nêzîkî 3 mehan e li navçeya Sûrê ya Amedê, qedexeya derketina derve û şer û operasyon heye. Heta niha gellek kes (sivîl, şervan, leşker) di şerê Sûriyê de hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Her çiqas navçeya Sûrê ji ber şer vala bibe jî derdora 200 kesên sivîl ku piranî zarok û jin in, di nav Sûrê de asê mane.
HDPê duh vîdyoyek belav kir. Di wê vîdyoyê de tê dîtin ku komek sivîl li malekê de asê mane û piraniya wan jî zarokên birîndar in.