Print this page

Li Qoserê polîsên Tirk bê sedem kesek kuştin!

Rojava News: Li Qoserê polîsên dewleta Tirkiyê otomobîlek gulebarankirin sivîlek kuştin û yek jî birîndar kirin.

Bi îddiya ku otomobîlê “Raweste” ya polîsa guhdarnekiriye hatiye gulebarankirin kesek hate kuştin yek hate birîndarkirin, yê birîndar jî yekser binçavkirin..

Hat ragihandin kesê ku jiyana xwe ji dest da rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê, kesê hat binçavkirin jî birin Miduriyeta Emniyeta Qoserê.

Tê payenkirin ku li Qoserê jî tişta li Cizîrê û Sûrê pêk bînin.