Print this page

Şanda ENKS bi Wezareta Derve ya Almanya re dicive

11:26:41 PM

RojavaNews: Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS di hevdîtinên xwe yên dîplomasî de li Ewropa berdewam e.

Îro roja Pêncşemê jî, şanda ENKS bi Serokatiya Serokê wê Brahîm Biro û endamê pêwendiyên Derve, Siyamend Haco bi Wezareta Derve ya Almanya re civiyan.

Civîn bi her yek ji berpirsa pêwendiyên siyasî yên Almanya ji bo Asya û Afrîka, Zabîne Şbarfasir û berpirsê Rojhilata Navîn di wezareta derve de, Mîgêl Burger, hatibûn encamdan.

Şanda ENKS di daxuyaniya xwe de got ku di civînê de behsa rewşa Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî hat kirin, û got ku Şbarfasir piştevaniya helwesta ENKS di derbarê daxwaza fedralîzmê li Sûriyê, da nîşan.

Herrwiha ENKS bi Parlemantera Alman Fransîka Branter re jî civiyan û têde behsa rewşa mirovî li Sûriyê hat kirin.

Herwiha Parlemantoya Almanya şanda ENKS ji bo li pêş komîta mafên mirovan, sibe roja Înê, li parlemantoyê gotarekê pêşkêş bike.