Rojava News: Ciwanekî Kurd piştî ku bi guleyên cendermeyên Tirkî hatiye kuştin li nexweşxaneya Silopî lebatên laşe wî hatine dizîn.
Ciwanê Kurd yê bi navê Beha Cemîl ku ji bajarê Qamişloyê ye li gel 7 kesê din dema xwestin ji Herêma Kurdistanê derbasî bakurê Kurdistanê bibin ji aliye cendermeyên Tirkî ve hatin gulebarankirin û jiyana xwe ji dest dan.
Piştî ku hefteyek di ser kuştina wan re derbas bû, ji aliye nexweşxaneya Silopî ji bo malbata Beha re telefon kirin û gotine werin terme kurê xwe bibin.
Li gor zanyariyên ji K24 hatiye wergirtin piştî ku terme ciwanê bi navê Beha Cemal gihaye malbata wî derketiye xolê ku hin lebatên laşe wî tunnene.
Li gorî iddiaya bavê wî nexweşxaneya Silopî hemû rehê lingê wî ta dile wî û herweha dile wî û hin lebatê din jê birine. Piştî wê jî carekedin laşe wî tev dirûtine.
Beriya wê jî gelek caran diziya lebatên penaberan, şebekeyên kaçaxçîtiya lebatan bi teybet yê penaberan hatibû rojevê.