Rojava News: Serokê Asayîşa Neteweyî ya Amerîkayê Sikot Bets ragihand ku divê li Rojhilata Navîn kurd jî bibin xwedan dewlet.
Li gorî nuçeya daketiye ser malpera Sputnîkê; Serokê Asayîşa Neteweyî ya Amerîkayê Sikot Bets li ser pirsa referanduma Herêma Kurdistanê ragehand ku divê Amerîka gefên DAIŞê li herêmê nehêle û li Rojhilata Navîn divê kurd jî bibin xwedî dewlet û xwedîyê biryara xwe.
Sikot Bets di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Divê Amerîka peywendîyeke nêzîk li gel welatên herêmê deyne û baweriyê bide welatan ku Amerîka bi wan re ye. Amerîka divê giringîyeke zêde bide pêwendîyên xwe li gel kurd û Kurdistanê. Ji bo ku Pêşmerge hêzek serekeye di şerê dijî DAIŞê de.
Sikot Bêts di dirêjiya axaftina xwe de got: Her wiha divê kurd li ser lingên xwe biseknin, dewleteke wan hebe, bibe xwedîyê biryara xwe û Amerîka jî piştîvanîyê li wan bike.