Print this page

Encûmena Ewlekariyê derbarê pirojebiryara agirbesta li Sûriyê de dicive

4:34:15 PM

RojavaNews:Îro Roja Înê, Encûmena Ewlekariyê di derbarê pirojebiryara Rûsya û Amerîka a ji bo agirbesta li Sûriyê dengdanê dike.

Herwiha Wezîrê Derve yê Rûsya, Sêrgî Lavrov, îro Roja Înê, ragihand ku welatê wî pêşbînî dike ku Encûmena Ewlekariyê wê pirojebiryarê pesend bike.

Herwiha Lavrov got ku zehmet e ku agirbest 100% li Sûriyê were bicîkirin.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Amerîka Barak Obama, jî got çi bi destê wan re ew ê bikin da ku lihevkirina agirbestê li Sûriyê biserkeve, tevî ku gumanên mezin li ser serkeftina wê hene.