Print this page

Ji ber berdewambûna şerûpevçûnan, bêtirî 40 hezar koçber berên xwe dane Efrînê

4:50:03 PM

RojavaNews: Ji ber berdewambûna şerûpevçûnan di navbera çekdarên YPG û Hêza bi navê Sûriyaya Demokrat li aliyekî û çekdarên Îslamî yên opozisyonê li aliyekî din jî, berdewam koçber berên xwe didin Bajarê Efrînê.

Heya niha bêtirî 40 hezar penaber derbasî Efrînê bûne, ku piraniya wan li gund û navçeyên Efrînê hatine belav kirin û  hinek ji wan ji bo kampa Rûbar hatine bicîkirin.

Ji ber pirbûna hejmara penaberan , hinek ji wan li derve û di otombêlên xwe de li çolê dimînin, ji bilî kêmbûna xizmetguzariyê ji wan re.

Ji despêka vê mehê ve, balafriên rûsî rê ji pêşveçûna çekdarên rêjîmê û YPG re li bakurê gundewarê Helebê vedikir ku ew hêz deverên di bin kontrola girûpên Îslamî yên opozisyonê de kontrol bikin.