Print this page

Şûrûpevçûnên li gundewarê Ezazê berdewam e

5:54:57 PM

RojavaNews: Şûrûpevçûnên di navbera çekdarên YPG û çekdrên girûpên îslamî de li nêzîk mefreqa bajarê Ezazê yê bi Efrînê re û nêzîkî nexweşxaneya Ezazê, berdewam dikin.

Herwiha ji duh êvarî heya sibeha îro de, dengê topbaranê li efrînê qut nebû, ku dengê ambulansê jî li nava bajê dihat bihîstin, lê hîn nehatiye zanîn ku birîndar hene yan na, bi taybetî ji ber ku şerûpevçûn li derdora nexweşxaneya Ezazê û mefreqa bajêr berdewam in.

Li aliyekî din jî, balafirên rûsî berdewam navendên opozisyonê li derdora Tamûre bombebaran dikin, ku şerûpevçûn di navbera çekdarên rêjîmê û opozisyonê de berdewam dibin