Print this page

ENKSê bi fermî ofîsa xwe li Cenêvê vekir

Rojava News: Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) duh, ofîsa xwe li Cenêvê vekir.

Li gorî agahiyan, duh 26 Sibatê û bi a,amadebûna her yek ji serokê ENKSê Ibrahîm Biro û endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Siyamend Haco bi rewresmeke taybet ofîsa ENKSê hate vekirin.

Di wê rewresmê de gelek kesayetiyên Siyasî û navdewletî beşdae bûn, herweha hejmarek zêde ji revenda Kurdî li Swîsê jî beşdar bûn.

Her weha dê ENKSê weke beşek ji Dijbereyê û Desteya Danûstandinê, hewl bide ku pêvajoya diyalogê biser bikeve û danûstandinên Cenêvê bighîjin armancên xwe.

Li bajarê Cenêv ê Swîsê danûstandinên navbera Dijbere û Hikûmeta Sûriyê bo çareserkirina kirîza Sûriyê birêve diçin.

10:33:12 AM