3:57:43 PM
RojavaNews: Çekdarên Îslamî ji duh êvarî heya subeha îro Roja Şemiyê, gundên Efrînê topbaran dikirin.
Li gorî jêderan, çekdarên Nusre û Nûredîn Zenkî gundêDêr Belûtê li başûrê rojavayê Efrînê topbaran kirin, lê ti ziyanên madî û canî çênebûn.
Herwiha li gundê Başemre yê başûrê rojhilatê Efrînê, jî topbaran kirin û ziyan giha malên sivîlan.
Herwiha şerûpevçûnên di navebra çekdarên YPG û çekdarên girûpên Îslamî yên opozisyonê li nêzîkî mefreqa Bajarê Ezazê û nêzîkî nexweşxaneya Ezazê, berdewam dikin.