4:06:37 PM
RojavaNews: Rojnameya BasNews ji jêderke xwe ji Rêveberiya bi ser PYD ve, eşkere kir ku di navbera Amerîka û YPG de nakokî li ser rizgarkirina deveran derketiye.
Li gorî raporê, Amerîka ji çekdarên YPG dixwaze berên xwe bidin Reqayê, lê YPG jî dixwaze berê xwe bide rojavayê Çemê Feratê û xwe bigihîne Efrînê.
Rapor dibêje Amerîka ji YPG re gotiye ku, , ew naxwazin pêwendiyên wan bi Tirkiyê re werin qutkirin ji ber pêşveçûna ber bi rojavayê Çemê Feratê ve, bi taybetî ku niha rêjma Sûriyê jî li bakurê gundewarê Helebê pêşve diçe.