Print this page

Li Şêxmeqsûd 3 Şehîd û bi dehan birîndar

Rojava News: Li taxa Şêxmeqsûd di encama topbarana girûpên Îsalmaî yên Radîkal ( Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam ) de 3 welatiyên sivîl ku yek ji wan zarok e  jiyana xwe ji dest dan û bi dehan welatiyên din jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, duh Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam bi çekên giran û topên Hawanê êrîş bir ser deverên sivîlan yên li taxa Şêxmeqsûd a kurdan li bajarê Helebê, herwiha gelek sekvanên rêxistinên navbûrî welatiyên sivîl aramanc dikrin.

Di encama wê topbarana dijwar de 3 welatiyên sivîl ku yek ji wan zarok e  jiyana xwe ji dest da û bi dehan welatiyên din jî birîndar bûn. Nasnameya hin welatiyên birîndar bûne wiha ne: “Xebat Elî (32), Mihemed El-Elî (8), Emel Îsa (12), Ehemd Îsa (10) û Ehmed Elîko (5).” Her wiha nasnameya kesên ku jiyana xwe ji dest dane nehate zanîn.

Lana

8:29:38 AM