Rojava News: Yek ji firokexaneya welatê Urdinê eşkera kir, geştyarên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê yên bo Urdinê, pêwîstiya xwe bi vîze tine ne û dikarin rastûrast ji bo Urdinê geşt bikin.
Li gor ragihandina firokexaneya navnetewî ya Şajina Elya yê ya Urdinê, geştyarên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê yê bixwezin biçin Urdinê, pêwîstiya wan bi vîzeya pêşwext tineye.
Di ragihandinê de tê gotin, Iraq wek welatên ku hemwelatiyên wê ji bo geştkirinê pêwîstî bi vîzeya pêşwext heyî tê destnîşankirin û pêwîste rê û karên yasayî derbas bikin tê destnîşankirin, lê Herêma Kurdistanê wek welatekî serbixwe tê destnîşankirin û hemwelatiyên Kurdistanê jî, tê gotin ku geşta wan a Urdinê de pêwîstiya wan bi vîzeya pêşwext tineye.
Li gor vê ragehandinê, hemwelatiyên Herêma Kurdistanê di dema geheştina Urdinê de, li firokexaneyê vîze ji wan re wê bê dayîn. Nirxê vîze dayînê jî, ji 56 dolarê Amerîka heta 169 dolar li gor dema mayînê jî tê gohertin.
9:02:32 AM