Print this page

ENKSê biriyar da ku boneyên Avdarê vejîn bikin

Rojava News: Emîdariya giştî ya Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê duh 27 Sibatê li Qamişlo civiyan û çawaniya birêvebirina boneyên Avdarê gotobêj kirin.

Nimet Dawûd endamê Emîdariya giştî ya ENKSê ji malpera fermî ya Encumenê re got: "Xakên herî girîng yên ku em li ser rawestiyan di civîna xwe de , çawaniya birêvebirina boneyên meha Avdarê bêyê ku ti kêşe û bûyerên nebaş di wan boneyên netewî de çê bibin"

Ji aliyê xwe ve jî Ebdelsemed Xelef Biro endamê Emîdariya giştî ya ENKSê got: "Me di civînê de herweha  pêşnîyara partiya Pêşverû Kurd ya ku pêşkêşî ENKSê kirbû bo damezirandina şandeke Kurdî yekbûyî di danûstendinên Cenevê de gengeşe kir, û ew pêşînyar ji aliyê beşdarbûyan ve hate redkirin"  

Lana

10:51:10 AM