Print this page

Ebdella Elkurdî pêwistiyên zarokan li kampên penaberan belavdikê

12:33:37 PM

Rojava News: Duh roja şembiyê 27/2/2016ê Ebdella Elkurdî seredana kampa Dareşekranê ya penaberên kurd li herêma Kurdistanê kir , û hin pêwistiyên zarokan bi xwere birin bi mebesta belavkirina wan li ser zarokên kampê.

Ebdella Elkurdî bavê Alan kurdê (ew zarokê ku biwî qurbaniya koçberiyê û di deryaya îcêde xeniqî , ku wêneyên wî li dunyayê belavbîn) , piştî wê bobelatê bavê alan dest bi reftareke nû dike di jiyanêde û dibêje :" ez ji nûve derbasî nava jiyanê dibim di dergihekî nûre bi wateyeke mirovahiyê li jiyanê dinerim , da ku em pêşerojeke bi ronahî avabikin ,ez xwe dibexşînim ji xizmeta zarokanre , ez naxwazim çarenivîsa zarokan hemiyan weke ya Alan û Xalib be û nejî ya hatî serê min bête sere çi bavekî .

Elkurdî ew arîkariyên bi xwere anîbûn sipartine dezgeha xêrxwaziya Barzanî bi mebesta belavkirina wan li ser zarokan û got :"ez her zarokekî penaber dibînim alan , û ez jiyanê jêre dixwazim".

Rifat Hacî