Print this page

Meltem Cumbul: “ li beranber trorîzma Koşka Erdogan EZ JÎ KURDİM “

Rojava News: Hunermenda Tirk   Meltem Cumbul jî li beranber sîyaseta Qesra Erdogan derket û got; “Li beranber terorîzma qesra Erdogan ez jî Kurdim”

Meltem Cumbul weke gelek hunermendê Tirkiyê helwesta xwe li beranber tundî û komkujiya rejima Tirkiyê ya li beranber Kurda nişan da û wêneyekî xwe li ser hesabê xwe yê şexsî belavkir û têde got; “Li beranber zilma ku Qesra Erdogan bi ser  Kurda pêk tênî  ez dibêjim  “ li beranber trorîzma Koşka Erdogan EZ JÎ KURDİM  û wê tundiyê  şermezar dikim”.

Meltem Cumbul demekê xweşika Tirkiyê hatibû hilbijartin, û di hêjmarakî zêde filmê sinemayê de jî rol girtiye. Weke jin di sinêmayê de xwedî gelek xelatê nevnetewiye.