Print this page

Barzanî: Cîhan li hember Kurdistanê bi erkê xwe nerabûye

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gilî li civaka navdewletî kir û ragihand, civaka navdewletî li hember Kurdistanê û pêşkêşkirina alîkariyan bi erkê xwe nerabûye.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, ku îro yekşemî 28ê Sibatê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarokê Pîrmamê pêşwazî li Balyozê Nû yê Yekîtiya Ewropa (YE) yê li Iraqê Patrick Smith û şanda pê re kir.

Di civînê de, Balyozê Nû yê YE yê li Iraqê Patrick Smith ragihand, YE pêwendiyeke taybetî ligel Herêma Kurdistanê heye û dê berdewam be li ser xurtkirin û berfirehkirina wan pêwendiyan.

Patrick Smith herwiha got, YE rêz û pêzanînek mezin bo şêwaza pêşkevtin û jîngeha dostane y abo çalakiyên aborî yên YE li Herêma Kurdistanê hatiye dabînkirin.

Smith amaje bi şerê DAIŞê û rola Hêza Pêşmerge kir û pesnê rola pêşmerge di rûbirûbûna tundrewan de da.

Balyozê Nû yê YE yê li Iraqê tekez kir: “YE têgihîştinek baş li hember rewşa dijwar a aboriya Kurdistanê heye, ku ji ber xerciyên şer û hewandina awareyan û kêmbûna nirxê petrolê çêbûye.”

Patrick Smith di civînê de Barzanî ji hewlên YE bo dîtina çareyekê bo alîkarîkirina Kurdistanê di warê darayî de agahdar kir.

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê jî di vê civînê de hêviya serkevtinê ji Balyozê Nû yê YE yê li Iraqê re xwast û amaje bi xweragirî û serkevtinên Hêza Pêşmerge li eniyên şer kir.

11:07:32