Print this page

PYD dest bi hilmeteke girtinê li devera Aliyan kir

6:35:53 PM

RojavaNews: Îro roja Duşemê , polîsên leşkerî yên bi ser PYD ve, dest bi hilmeteke girtina Ciwanan bi hiceta leşkeriya neçar li devera Aliyan kirin.

Jêderekî ji RojavaNews re ragihand ku polîsên leşkerî li ser hemû rêgiran li devera Aliyan a bi ser Çil Axa ve (Kortepan, Kêşikê , Mûsa Gewra û Dêrûna Axê) sekinîn û bi dehan Xort  girtin û ew birin Navendên perwerdehiyê .