Rojava News: Serokê gelê Kurd Mele Mistefa Barzanî, beriya niha 37 salan, di 1-ê Adar a 1979 an de li Emerîkayê encama nexweşiya pençeşêrê çû ser dilovaniya xwe.
Ji ber ku rejîma baasî li Iraqê û li Başûrê Kurdistanê dom dikir, derfet nebû ku li Başûrê Kurdistanê û li Berzan bê veşartin. Loma jî li Rojhelata Kurdistanê (Îranê) hat veşartin. Piştî ku Başûrê Kurdistanê azad bû mezelê wî û îdrîs Barzanî neqilî Başûrê Kurdistanê û Berzan bû.
Dema Serok Mele Mistefa Barzanî çû ser dilovaniya xwe, zêdetir qiymeta wî ji bona gelê kurd û miletê cîran derket holê. Her kesî piştî mirina wî qal kir, ku çiqas aşitîxwaz e û ji bona çareserkirina pirsa Miletê Kurd aktorek girîng e. Di vê merheleyê de jî, konsepta wî û rê rêbaza wî girîng e. Loma jî li ser rê û rêbaza wî; li ser kerekter û exlaqa wî; li ser bîrûbaweriyên wî; li ser xeta wî ya siyasî û milî lêkolîn bi gelek cûran çê dibin.
Serok Mele Mistefa Barzanî, di zarokatiya xwe de bi tevgere rizgarîxwaz ya miletê kurd re rû be rû dibe û di zaroktiya xwe de bes êşa miletê kurd nas nake, di heman dem de ew di nav wê eşê de jiyana xwe didomîne. Ew di sê saliya xwe de bi dayika xwe re di zîndana Osmaniyan de dimîne. Êş û zehmetî dikşîne.
Malbata Mele Mistefa Barzanî, di destpêka sedsala 20-an de dikeve nav tevgera milî ya kurd. Di demek kurt de jî, di nav tevgera miletê kurd de rolekî gelek girîng dilîze. Birayê wî yê mezin Şêx Ebdûlselam Barzanî, dema Mele Mistefa Barzanî zarok e, ji tevgera miletê kurd re serokatî dike. Hezar mixabin dema di salên 1913-an de tevgera wî şikest dixe; Ew mecbûr dibe ku derbasî Rojhelata Kurdistanê û desthilatdariya Îranê be. Lê Osmaniyan û bi taybetî jî Îttîhad-Terakkîcî xwediyê biryar in, ku Şêx Ebdûlselam Barzanî bikûjin. Loma jî li ser wî gelek disekinin. Ji Îranê daxwaz dikin ku teslîmî wan bike.
Loma ew li Îranê jî jiyanek veşartî derbas dike. Hezar mixabin ew li Rojhelata Kurdistanê encama xiyaneta mazûbanê xwe, ji aliyê desthilatdarên Îranê de dîl tê girtin û teslîmî Osmaniyan tê kirin. Osmanî, Şêx Ebdûlselam, di ser bajarê Wanê û Diyarbekîrê re dibin Misûlê. Li Misûlê ji aliyê kurdekî ve (Sileyman Nazif) bi awayekî derevîn û nehiqûqî tê darizandin, di derbarê wî de biryara dardakirinê tê girtin.
Şêx Ebdûlselam Barzanî li ber çavên malbata wî û Mele Mistefa Barzanî tê dardakirin. Tê gotin ku Mele Mistefa Barzanî wê demê biryar dide ku “ew yan dê ji tevgera milî ya kurd dûr bisekine û yan jî dema ku di nav tevgera milî ya kurd de cîh bigre û tu wext teslîmî dijminên kurdan nabe.” Di nav tevgera miletê kurd de cîh girtin qedera wî ye. Ew di zaroktiya xwe de di nav tevgera milî de cîh digre. Ew di cîwantiya xwe de û birayê wî yê mezin Şêx Ehmed Barzanî bi çekdarî piştgiriya Tevgera Şêx Mehmud Berzencî dikin.
Serok Mele Mistefa Barzanî jî tu dem jî xwe teslîmî dewletên dagirker nabe û bi wan jî bawer nake.
Mele Mistefa Barzanî: Di sala 1903-an de ji dayik dibe. Dema Kurdistan encama Peymana Lozanê beş dibe ew 20 salî ye. Ew, dema Komeleya Tealî ya Kurd di bin serokatiya neviyê Şêx Ûbeydûllah Nehrî Seîd Ebdilkadir de ava dibe, ew 15 salî ye; dema serîhildana 1925-an di bin serokatiya Şêx Seîd û Xalid Begê Cibrî de dest pê dike, 22 salî ye. Dîsa tê îdia kirin ku malbata Barzaniyan û Mele Mistefa Barzanî bi Şêx Seîd Efendî re dikevin nav pêwendiyan. Piştî wê jî Malbata Barzaniyan û Mele Mistefa Barzanî di sala 1932-an de bi tevgera Agriyê re û beriya wê jî bi Rêxistina Xoybunê re xwediyê pêwendiya ne.
Malbata Barzaniyan û Mele Misetafa Barzanî heta sala 1945-an li Başûrê Kurdistanê li hemberî dewleta dagirker û kolonyalîst ya Iraqê ji bona çarenivîsiya miletê kurd û ji bona azadî/rizgariya Kurdistanê têkoşîn dimeşînin. Lê piştî ku şikest dixin Mele Mistefa Barzanî û pêşmergeyên wî diçin Rojhelata Kurdistanê.
10:57:19