Print this page

Şandeke ENKSê diçe Misrê

Rojava News: Şandeke Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo karekî dîplomatîk diçe Misre.

Şanda Komîteya Pêwendyên Derve ya ENKSê ya ku ji bo karekî dîplomatîk diçe paytexta Misre bajarê Qahireyê gihîşt Herêma Kurdistanê.

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê ENKSê Nimet Dawud ji Rûdawê re raghand, şanda wan li ser vexwendina fraksiyona El Demoktan di nav îtilafê de, hatine Herêma kurdistanê, ji bo ku herin Qahîre ya paytexta Misrê.

Li gorî endamên wê komîteyê, hevdîtinên wan tenê di warê şêwermendiyê de bin.

Endamê Komîteya Pêwendyên Derve yê ENKSê Silêman Oso jî derbarê vê mijarê de beşdarî bultena Rûdawê bû û got, ev ji ber kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk bi qaçaxî derbarî Herêma Kurdistanê  bûne.

11:57:48 AM