Rojava News : Keça Kurd ya binavê Leyla Cobanî ku beriya salekê binavê Kurdisatnê beşdar bû di pêşpirka Şahciwana cîhanî ya li Taylend, ji aliyê dewleta Ekwadorê ve hate vexwendin daku beşdar bibe di pêşpirka Şahciwana parzemînan.
Leyla Cobanî ku bi xwe xelkê Mehbadê ye û Li Siwêdê dijî ragihand: "Ez hatim vexwendim daku ez beşdar bibim di pêşpirka Şahciwana parzemînan ( Qarate) li Ekwadorê, lê ta niha min biryar nedaye ku ez beşdar bibim ji ber ku hin mercên min hene û ez diwazim binavê Kurdistan beşdar bibim".
12:33:26 PM