6:04:57 PM
RojavaNews: Îro polîsên leşkerî yên bi ser PYD ve rêgirên xwe danîn li ser mefreqê herdu gundên Sêgirga Dirho û Kêşikê li devera Aliyan ji bo xortan bigrin û wan bibin leşkeriya neçar.
Jêderekê ji RojavaNews re ragihand ku polîsên leşkerî rêgirên xwe danîn li ser mefreqê herdu gundên navbûrî da ku nehêlibin ku kesek beşdarî ahinga ku ENKS pê rabûye ji bo salvegera 37 mîn ji koça dawî ya Barzanîr nemir.
Herwiha wê jêderê got ku çekdarên PYD li nav hemû gundên Devera Aliyan digerin da ku xortan bigrin û wan bibin leşkeriya neçar.