Rojava News: Bi boneya 37e mîn salvegera koça dawaî ya Rêber û rêzgarîxwazê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanîyê nemir duh li Rojavayê Kurdistanê gelek çalakiyê cor bo cor û berfireh hate lidarxistin.
Duh, 1ê Adarê 37emîn salvegera koçkirina Mela Mistefa Barzanî bû. Barzanî di 14.03.1903an de ji dayikbûye û di roja 01.03.1979an koça dawî kiriye.
Bi boneya salvegera Mela Mistefa Barzanî, li bajarok û bajarên Rojavayê Kurdistanê merasîmên bibîranîna wî hatin lidarxistin.
Encumenên xwecihî yên Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li her yek ji Qamişlo, Hesekê, Amûdê, Dirbêsiyê û devera Aliyan a ser bi Dêrikê ve, 37emîn salvegera wefata Mela Mistefa Barzanî bibîr anîn.
Li gundê Hilêq ê devera Aliyan çalakiyek cemawerî ku têde bi hezaran welatî beşdar bûn, hat lidarxistin û têde çend gotar hatin pêşkêşkirin û rola Mela Mistefa ji bo hemû beşên Kurdistanê bilind hat nirxandin.
Herweha xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Nivîsgeha Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bi boneya salvegera 37emîn ya koçkirina Mela Mistefa Barzanî, simînarek birêve birin.
8:39:23 AM