Print this page

Barzanî: Ti kesek di ser proseya çaksaziyê re nîne

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî radigihîne, di proseya çaksaziyê de ti alî yan kesek jê bilindtir nîne û got: “Çarenivîsa me bi serkeftina çareseriyê ve girêdayî ye.”

Barazanî diyar kir, bo wê mebestê jî, hemû karînên xwe dike bo desthilata dadwerî û desteya çavdêriyê yên Kurdistanê bikaribin bi baştirîn şêwe proseya çaksaziyê cibicî bikin.

Ev gotinên Barzanî, di civîna îro ya her yek ji Encûmana Dadwerî û Desteya Destpakiyê û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê, hatin.

Di civînê de Barzanî behsa tekezî li ser wê yekê kir ku, erkê çaksazî û rûbirûbûna gendaliyê pîroz e û daxwaz ji hemû xelkê Herêma Kurdistanê kir, ku piştevaniya wê prose bikin.

Barzanî amaje kir jî, ku ti kes yan aliyek ji çarenivîs û vîna gel bilindtir nîne, gel jî dadwerî û çaksaziyê dixwaze. Barzanî got: “Çarenivîsa me bi serkeftina çaksaziyê ve girêdayî ye.”

8:55:41 AM