Rojava News: Di encama teqîna bombiyeke çandî li bajarokê Qebasîn bakurê rojhelatê bajarê Helebê û nêzîkî bajarê Babê li ser sînorê Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê 5 zaroka canê xwe ji dest dan.
Derbarê kuştina wan zarokan Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan di daxuyaniyekê de tekez kir ku çekdarên DAIŞê bi dehan mayîn li ser sînorê di navbera Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê de çandine, aşkere kir ku di encama teqîna bombeyeke çendî 5 zarokan li bajarokê Qebasîn ser bi bajarê Babê yê Parêzgeha Helebê cane xwe ji dest dan.
Navçeyan Qebasîn ser bi bajarokê Babê ve ye li Parêzgeha Helebê piraniya nişteciyê wê jî Kurd in û bi 7 kîlometeryan ji bajarê Babê dûre.