Print this page

Rêjîma Esed 4 welatiyên Kurd revandin

Rojava News: Rêjîma Esed duh li ser rêbenda Elramosê ya li bajarê Helebê 4 welatiyên Kurd revandin.

L gorî agahiyan di dema ku ew welatî ji Efrînê ber bi Helebê ve diçûn li ser rêbenda Elramosê ya li bajarê Helebê ve ji aliyê çekdarên Rêjîma Esed ve hatin girtin. Hate gotin ku ew welatî hatin birin bo navendên leşkeriya rêjîmê.

Yek ji wan girtiyan navê wî Ebdelhenan Seydo ye ku bi xwe xelkê gundê Xazyana ya bi ser navçeya Mubatê ye û temenê wî jî 35 salî ye. Lê nave hersê welatiyên din nahate naskirin.

10:33:40 AM