Print this page

Şêx Meqsûd dîsa tê topbarankirin

6:00:57 PM

RojavaNews:  Çekdarên Îslamî yên opozisyonê, îro Roja Çarşemê, berdewam Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ku piraniya nişteciyên wê kurd in, didin ber topan.

Di encama wê topbarankirinê de, 16 kesên sivîl birîndarkirin û ji bo nexweşxaneyê hatin veguheztin û ziyanek mezin giha avahiyan.

Tê zanîn ji çend mehan ve taxa navbûrî rastî topên girûpên Îslamî tê, ku di encamê de bi dehan şehîd ketine û birîndar bûne