Print this page

Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Rojava hêzên xwe zêdekiriye!

Rojava News: Artêşa Tirkiyê li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê tevgerê dike.

Li gorî zanyariyên xwecihî û ragihandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) artêşa Tirkiyê li ser sînorên çend gundên ser bi bajarê Serê Kaniyê tevgereke ne asayî dikin.

Hat gotin Hêzên Artêşa Tirk li herêma sînor a girêdayî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ku dikeve beramberî gundên Elok, Til Helef û Hey Elxerabe tevdigire.

Her li gorî ragihandina PYD ev tevgera artêşa Tirkiyê ji bo bicihkirina çekdarên DAIŞê ye li wan deveran.