Rojava News: Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken daxwaz kir ku PYDê xwest xwe ji PKKê dûr bixe.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken di civîna Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de behsa şerê li dijî DAIŞê û got; divê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwe ji piştgiriya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dûr bixe û hewlên xwe bêtir bide şerê li DAIŞê.
Blinken anî ziman her çalakyeke YPGê ya ji bo piştgirya PKKê dê bibe sedema derketina aloziyan û wiha got:
“Ev kom di şerê li dijî DAIŞê de gelekî bibandor e, ku armanca me jî ev e. Lê heger PYD ji bo piştgiriya PKK hinek gav bavêje yan jî hewl bide şerê komên dijbere yên din bike wê demê pirsgirêkên mezin derbikeve. Ji ber vê yekê em bang li PYDê dikin ku hewlên xwe bêtir bide şerê li DAIŞê.”
11:25:50