Rojava News: Şanda peywendiyên derve ya ENKSê berdewm e bi zincîra hevdîtinên xwe bi aliyên navdewletî re.
Duh danê nîvro şandeke peywendiyên derve ya Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê bi endamê komîteya peywendiyên derve ya yekîtiya Europayê re ku di heman demê de pispore di rewşa Sûriyê û Îraqê de Eylîn Smith re civiyan.
Herweha di heman çarçoveyê de şanda ENKSê ku ji Serokê wê Îbrahîm Biro, û endamê komîteya peywendiyên derve Siyamend Haco pêk dihat bi 8 endamên Perleman Europayê re civiyan ku ew jî nunerê her yek ji dewletên Almaniya, Nimsa, Frensa, Îtaliya û çend dewletên din bûn.
Di wan hevdîtanan de behsa gelek xalên girêdayî bi rewşa Sûriyê hate kirin, û hemû alî tekezî li ser pêwestiya dîtina çareseriyekê siyasî bo kiriza Sûriyê kirin.
Herweha vexwendineke fermî ji aliyê Perlemana Europayê hate pêşkêşkirin bo serokê ENKSê Îbrahîm Biro daku gotinekê li pêş komîteya derve ya Perlemana Europayê bide.
Nalîn Hesen
11:36:43 AM