Print this page

Herêma Kurdistanê piştevaniyê li ramana pêkanîna federalî li Sûriye dike

Rojava News: Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê pêşeroja Sûrîyê û helwêsta Herêma Kurdistanê ya di derbarê pêşhateyan bi daxuyaniyekî kurt ve eşkera kir.

Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê di pêvajoya ku li Sûriyê agirbest û gotûbêjên li ser sîstema rêvebirina Sûriyê têne kirin de, tê gotin ku em wek helwêsta Herêma Kurdistanê piştîvaniyê li sîstema Federaliya Sûriyê dikin û herwiha ji Kurdên Sûriyê re jî banga yek helwêst bunê tê kirin.

Daxuyanî wiha ye:

Di derbarê paşaroja Sûriye û ji bo berqerarbuna aramî û dirustbûna hevbeşiyekî rasteqîne li navbera pêkhatên cûda cûda yên Sûriye, Herêma Kurdistanê piştevaniyê li bîr û ramana pêkanîna sîstema federalî li Sûriye dike. Ji bo vê mebestê jî daxwaz ji aliyên Kurdên Sûriye dikin ku yek helwest bin û bi gotarekî siyasiya hevbeş pêdagiriyê li ser daxwaza sîstema federalî ya li paşaroja Sûriyê de bikin.

Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê

03.03.2016