8:57:27 PM
RojavaNews_Efrîn: Çekdarên ser bi PYDê ve çend Heval û Hogirên Partiya Dîmoqrata Kurdistana _ Sîriyê " PDK_S"ê li nahiya Bilbilê ser bi bajarê Efrînê ve girt.
Li gorî jêdereke taybet ji RojavaNews re gotî, Çekdarên ser bi PYDê ve Endamê Partiya Dîmoqrata Kurdistana _ Sîriyê " PDK_S"ê Şiyar Sîdo ji gundê Bêlê li nahiya Bilbilê ser bi bajarê Efrînê ve girt û bire Leşkeriya Neçar.
Herwisa heman jêderî got, ku Çekadarên PYDê hogirê PDK_Sê Rizgar Eslan Şêxo jî roja Çiwarşemê ve girtîye.
Çekdarên PYDê Çend ciwanê din jî îro,3.3.3016e girtin , mîna Mihemed Ebdulhemîd Îbo ji gundê Kutana .
Tê zanîn ku , Çekdarên PYDê eve heyama demekê ye dest bihilmeta girtinê li Bajar , Bajarok û gundewarên Efrînê kir ye, ji bo Leşkeriya Neçarî bibe û herwisa ji bo Herêmê vale bike ji Kurdan.
Rûstem Dêrkî