Rojava News: Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê jî ji bo pêşeroja Sûriyeyê daxwaza federalîzmeke cugrafî li Sûriyê dike.
Li ser televizyına K24 ji ENKSê Endamê Desteya Derve Ferîd Osê got: “Ji berê de Serokatiya Herêma Kurdistanê piştevaniya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û federalîzmê bo Kurd li Sûriyê dike, îro jî bi fermî hate kirin, ev yek jî bo gelekî pêwîst e.”
Herweha got; “Heger em bixwazin Sûriye yekgirtî bimîne, federalism baştirîn çareserî ji Sûriyeya pêşeroj re ye, ji ber niha Sûriyê di navbera hêzên nakok de keleperşe ye, her grûpeke çekdar li deverekê mîrîtiyek ji xwe re ragihandiye.”
Derbarê egera federalizmê li Sûriyê pêk were de, Osê got: “Li mezintirîn welatên cîhanê sîstema federalîzmê ji xwe hilbijartine. Em wek ENKS em amade ne careke din ligel PYD bi hev re danûstandinan bikin. Di hemû rêkeftinên berê de jî me li ser federalîzmê lihev kiribû.”
Derbarê awayê federalîzma ku ENKSê li Sûriyê daxwaz dike, Osê got: “Em federalîzmeke cugrafî li deverên Kurdî dixwazin, herwiha mafê hemû pêkhateyên jî dê tê de parastî be, lê heta niha PYDê ranegihandiye ew çi federalîzmê dixwaze.”
09:47:26