Print this page

Dirbêsiyê… Çekdarên PYD endamekî PDK-S girtin

4:55:21 PM

RojavaNews: Çekdarên PYD di girtina endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye de li tevahiya Kurdistana Sûriyê, berdewam in.

Roja Çarşema bûrî, çekdarên rêbendeke PYD li gundê Tilêlûnê yê Dirbêsiyê, endamê komîta şaxê yê PDK-S, Silêman Hemê ku ji gundê Til Kermê ye, girtin û hîn jî nehatiye berdan.

Hîn bi dehan ji endam û alîgirên PDK-S di zindanên PYD de girtî ne, ku hinek ji wan nêzîkî 3 salan li ser revandina wan re derbas bûye û hîn jî çarenivîsa wan nediyar e.