Rojava News: Duh, Helbestvanê Kurd Mihemed Elî Hiso li Qamişlo piştî temenê 86 salan koça dawî kir.
Duh 4 Adarê demjiêr 9 Sibehê Helbestvanê Kurd ê bi nav û deng li rojavayê Kurdistanê, li bajarê Qamişlo koça dawî kir.
Helbestvan Mihemed Elî Hiso di sala 1930 li gundê Mozan ser bi Qamişlo ve jidayik bûye, di bin bandora helbestvanên Kurdê ên navdar wek Cegerxwîn, Tîrêj, Bê Buhar û Cizîrî Mihemed Elî Hiso di temenê 30 salî de helbesta kilasîk nivîsî û bû yek ji sitûnên helbest kilasîk li Rojavayê Kurdistanê. wisa derbarê dîwanên xwe de wek di malpera Bûyerpress de hatiye dibêje: “Dîwanê min ya yekem Nalîn bû di sala 1999 de çap bû, min 50 salî helbest nivîsî û dîwana xwe ya yekem di sala 1999 de çap kir, ew jî ji ber rewşa aborî bû. Derdê Ezîtiyê di sala 2001 de bû, ya sisyanZîlan bû, ya çara Berxwedan bû, û ya dawî li ber çapê ye bê nav e, ez û keça pakrewan Isa Hesso li ser kar dikin.
Dema ku ya yekem ji çapa Nalîn derket, birêz Ocelan piştî dîwana min xwend got çi berhemên Mihemed Eli hebin jê re çap bikin, lê min fikir dikir min ji xwe re digot ma Apo ji min û pirtûkê min re vala ye, lewre min çû ji bêrîka xwe li Dirbêsiyê çap kir.
Duh Helebestvan Mihemed Elî Hiso li goristana Hilêliyê li bajarê wî Qamişlo bi axê hat spartin.
9:25:13 AM