Print this page

Girupên îslamî berdewan in bi topbarankirina Şêxmeqsûd

Rojava News: Cebhet El-Nusra û  Ehrar El-Şam berdewan in bi  êrîşên xwe yên li ser taxa Şêxmeqsûd ya Kurdan li Helebê.

Li gorî agahiyan , duh êvarî El-Nusra û Ehrar El-Şam ji aliyên Çerxerêya Cendûl  û Kastêlo, bi topên hawan û tûpên gazê, taxa Şêxmeqsûd topbaran kirin.

Di encama êrîşa herdu girûpên Îslamî  de, 3 welatiyên sivîl birîndar bûn û yek ji wan zaroka ku nave wê Ala Mihemed e û temenê wê 7 sal e.

Lana Mihemed

9:57:13 AM