Print this page

Topxaneya Tirkiyê gundekî navçeya Şera a Efrînê topbaran kir

Rojava News : Topxaneya Artêşa Tirkiyê berdewam e bi armanckirina gundên Efrînê. 

Li gor agahiyan, Artêşa Tirkiyê duh piştî nîvro careke din gundên Efrînê armanc kirin, ku ji xala sînorî ya Qertqiwê 4 top avête gundê Êkmedaşê ya navçeya Şera. Lê encamên wê topbaranê nehatin zanîn.

Herwiha li navçeya Şiyê, Artêşa Tirkiyê li dirêjahiya 3 k.m û panahiya 50 ta 300 mitrî, derbasî nava xaka navçeya Şiyê ya Efrînê bûne û bi bildozeran darên zeytûnan hildikin û dîwarekî ava dikin.

11:47:26 AM