Print this page

Efrîn.. El-Nusra gundekî Şêrewa topbaran dike

Rojava News: Çekdarên Cebhet El-Nusra (baskê Elqaîdê li Sûriyê) û Ehrar El-Şam  gundekî Efrînê topbaran kirin.

Çekdarên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam ku li gundê Qubtan Cebel û keleha Semanê de bi cih bûne, hovîtiya xwe li dijî gundên navçeya şêrewa ya Efrînê berdewam dikin. Çekdaran bi hawan û fîşekan êrîşî gundê Basûfanê yên navçeya şêrawa kirin.

Di encama topbaranê de gelek ziyanên madî giha malên welatiyên sivîl.

Herweha hate gotin ku Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam Çekdarên xwe li gele alavên leşkerî li keleha Semanê ya beramberî gundê Basûfanê zêdetir dikin .

12:37:10 PM