Rojava News: Komên terorîstî ji dohî ve bi dijwarî êrîşî taxa Şêxmeqsûd kirin û tax dane ber topan.
Çekdarên rêxistina terorîstî Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û komên hevalbendên wan ji Çerxerêiya Cendûl û Çerxerêiya Kastîlo ku lê bicih bûne êrîşî taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê kirin.
Ji ber topbarana komên terorîstî 12 welatiyên sivîl di nav de jin û zarok jî hene, jiyana xwe jidest dan. Bi dehan welatî jî birîndar bûn û gelek malên sivîl hatin xwarin.
Komên ku nêzîkî dijbereya Sûriyê ne û beşek ji wan jî li gel tevgera dijbereyêne beşdarî topbarana Şêxmaqsûd bûne evin; Tevgera Ehrar El-Şam a Îslamî, Taûbûrên Sultan Murad, Lîwaa El-Sultan Mihemed Fatih, Taûbûrên Nûreddîn Zenkî, Feyleq El-Şam, Ceyş El-Îslam, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Feqtesim Kema Emert, Tabûrên Ebû Emara, Tevgera Fercir El-Şam a Îslamî, El-Cebha El-Şamiya, Siqûr El-Cebel, Ceyş El-Izza, Fursan El-Heq, Ceyş El-Nesir, Cund El-Eqsa, Tabûrên El-Sefwa El-Îslamiya, Koma 113’an, Koma 16’an, Koma Ehfad Umer, Feyleq El-Rehman, Koma 101’an, Koma Yekemîn, Lîwaa Muntesir Bîllah.
Hat zanîn; Reşîd Umer 54 salî, Nîroz Şêx Abidîn, Emîra 5 salî, Mihemed Semo 60 salî, Necah Qenter 40 salî, Zelûx Umer 35 salî, Bedreddîn Eno 47 salî, Ednan Ebdo 34 salî û Fatîma Îsa 36 salî jî birîndarin.