Rojava News: Ji dohî ve li derdora gundê Mekmen di navbera grubên tundrevê terorîstî û Hêzên Sûriya Demoqratîk de şerekî giran derketiye.
Li gorî agahiyan şer û pevçûnên ku şevê din li derdora gundên Mekmen û Xirbit El-Malihe di navbera şervanên QSD’ê û çekdarên terorîstî DAIŞ’ê de derketine, didomin.
Ji ber ku pevçûnên li herêmê didomin, encamên van şeran nehatin zanîn.
Gundê Mekmen 70 kîlometreyan li başûr-rojavayê bajarê Hesekê dikeve û gundê Xirbit El-Malihe jî 50 kîlometreyan li başûrê Hesek dikeve.
10:51:00