Rojava News: Hat zanîn ku balyozên 7 welatên bihêz ên cîhanê li Bexdayê, ku wek “G-7” tê nasîn, li Hewlêrê ne û dê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re hevdîtin bikin.
Hat zanîn balyozên Amerîka, Brîtanya, Kanada, Almanya, Îtaliya, Japonya, şandeke Yekitiya Ewropayê û nûnerê Banka Navdewletî hatine Hewlêrê û dê bi rayedarên Kurdistanê re hevdîtin bikin.
Tê gotin ku nûnerên wan welatan dê destpêkê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re paşê jî bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin bikin, civîna hevdîtinan jî rewşa Başûrê Kurdistanê, kirîza aborî û şerê DAIŞê ye.
11:18:05